• Monday, 16 February 2026
logo

Du xizmên xwe kuştin, çû malê xwe jî kuşt

Gulan Media January 1, 2024 Civakî
Du xizmên xwe kuştin, çû malê xwe jî kuşt

 Li bajarê Nîgdeyê yê Tirkiyeyê kesekî piştî ku du xizmên xwe kuştin, çû malê û xwe jî kuşt.

Li gundê Agcaşarê yê Nîgdeyê di navbera R.G. û xizmên wî A.G. û R.G. de nîqaşek çêbû.

Piştî ku nîqaş gur û bû û veguherî pevçûne R.G. demançeya xwe derxist û her du xizmên xwe dan ber guleyan.

Piştî agahîwergirtinê gelek cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyere.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku R.G. û A.G. li cihê pevçûnê mirine.

Hat zanîn ku R.G. piştî pevçûnê çûye malê û xwe jî kuştiye.

 

Rudaw

Top