Ciwanekî Kurd tevlî Kongireya Ciwanên Yekîtiya Ewropayê û Ciwanên Demokrat ên Almanyayê dibe
Felah Hesen, ku Serokê Kongirêsa Lawên Kurd li derveyê welatî ye û herwesa Cîgirê Serokê Ciwanên Siyasî yên Ewropayê jî ye, tevlî Kongireya Ciwanên Almanyayê û Ciwanên Yekîtiya Ewropayê dibe.
Di dema tevlîbûna Kongireya Ciwanên Almanyayê û Ciwanên Yekîtiya Ewropayê de, Felah Hesen peyama Herêma Kurdistanê gehand endamên wê kongireyê.
Wî amaje da wê yekê ku welatê Almanyayê û taybet Parta Kiristiyan Demokrat a Almanyayê di rojên giran ên şerê DAIŞê de piştevaniya Herêma Kurdistanê û gelê wê kiriye. wî got: Me rêz ji bo vê helwesta Almanyayê û dostîniya wê heye, lewma em li vê derê ne.
Li dawiyê Felah Hesen got: Li rojhilata Navîn em dostên we ne.
Pêştir jî Felah Hesen wekî nûnerê Serok Barzanî tevlî korbenda 40 salî ya partên demokrat ên cîhanê li Londonê bûbû nûnerên zêdetirî 70 welatan û serkirdeyên çend welatên cuda cuda tevlî wê bûbûn, û ragehandibû: Ev korbend dê bibe sedema çêbûna lobiyeke baş ji bo Herêma Kurdistanê, herwesa dê paşerojeke baş jî ji bo nasîna doza Kurdan û lobiya Kurdistanê peyda bike.
K24
