• Monday, 16 February 2026
logo

9emîn Festîvala Henar û Payîzê ya Helebce

Gulan Media November 2, 2023 Corane
9emîn Festîvala Henar û Payîzê ya Helebce

Îro 02.11.2023yê li parka Helebce nehemîn Festîvala Henar û Payîz a Helebce birêve diçe.

Festîval bi çavdêriya Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Av a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji aliyê rêveberiya giştî ya çandiniya Helebce û tora rêxistinên Helebce ve hatiye rêxistin kirin û di festîvalê de zêdetirî 700 cotkar, firoşkarên xorak û xwedî kar berhemên xwe pêşan didin.

Festîval dê 3 rojan berdewam bike û pêşbînî tê kirin hejmareke zêde hemwelatiyên li piraniya bajarên Kurdistanê serdana festîvalê bikin. Bilindiya kalîteya berheman, nirx û paqijî di pêşandanê de ji aliyê serpereştyarên festîvalê ve li berçav hatiye girtin ku di berjewendiya cotkar, xwedîkar û mêvanên festîvalê de be.

 

K24

Top