• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dahênera kurd di pêşbirka dahênanê ya li Brîtanyayê de madalya zêr bidestxist

Gulan Media October 22, 2023 Corane
Dahênera kurd di pêşbirka dahênanê ya li Brîtanyayê de madalya zêr bidestxist

Jineke kurd a dahêner û çêker li Brîtanyayê di pêşbirka danêneriyê de madalya zêr bidest xist.

Li gor nûçeya çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê, Sirwe Gurcîpûr a xelkê bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê û endama Komeleya Dahênerên Îran û Rêvebera Komeleya Jîr a Kurdistanê, di pêşbirka cîhanî ya dahêneriyê ya li Brîtanyayê ya sala 2023yê de madalya zêr û xelata taybet a hikûmeta Brîtanyayê bidest xistiye.

Ev pêşbirke yek ji bûyerên navnetewî ya herî navdar a di warê dahêneriyê de ye û bi beşdariya dahênerên 34 welatên cîhanê yên di warên cuda yên wek kîmya, zîrekî û jîrbûna bi dest çêkirinê, înternet, nanoteknolijiya, pîşesaziya xorak, endazyariya elektronîk, endazyariya mekanîk, endazyariya bijîşkî û tenduristî de, li zanîngeha Kingston li Londonê birêve çû.

Sirwe Gurcîpûr a dahênera kurd karî madalya zêr di warê dîzayna endazyarî û jîrbûna dest çêkirî de bidest bixe.

 

Basnews

Top