• Tuesday, 17 February 2026
logo

‘Roja qiyametê’ eşkere kir: Her kes behsa wî dike

Gulan Media October 22, 2023 Corane
‘Roja qiyametê’ eşkere kir: Her kes behsa wî dike

Zilamekî ku dibêje ji Erebistana Siûdiyê hatiye angaşt kir, “Ji qiyametê re 100 sal mane.”

Zilamê ku dema hevpeyvînên Zasparagas TVyê yên li kolanan behsa roja qiyametê kir di demeke kurt de bû rojev û gelek kesan di torên civakî de behsa wî kir.

Wî kesî îdia kir ku ew li Ayasofyayê nobedarê “emantên pîroz” e û got, “Ji bo ku erdhej çênebe her roj diayan dikim.”

Wî şexsî anî zimên ku “Erdhej bi emirê Xwedê rû didin û pê de çû:

“Heta ku Xweda fermanê nede tiştek bi axê nayê. Xweda erdê diparêzê, ew avahiyan ji pê digire.”

“Xweda hişyariyê dide wan”

Wî kesî pirsa “Heman Xweda li Japonyayê jî erdhejan çêdike lê li wir kes namire, bi ya te sedema wê çi ye?” wiha bersivand:

“Mirovên li Japonyayê evdîtiyê ji rojê re dikin, ew evdîtiyê ji Xwedê re nakin. Xweda hişyariyê dide wan, ji wan re dibêje, 'Li dûv dinyayê meçin, rêya min bişopînin. Avahiya ku tu çêdikî çiqasî saxlem be jî ez dê wê birûxînim.’”

"Hay ji xwe hebin"

Zilamê ji Siûdiya Erebistanê li ser pirsa “Kê hûn peywîrdar kirin?” wiha got:

“Nikarim wê bibêjim, hay ji xwe hebin.”

 

Rudaw

Top