• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berê Erdogan li Amerîkayê ye

Gulan Media September 16, 2023 Nûçe
Berê Erdogan li Amerîkayê ye

Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo beşdariya gotûbêjên 78emîn ên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê biçe Amerîkayê.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê çûyîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Amerîkayê ragihand.

Hat diyarkirin ku ew dê ji bo beşdariya gotûbêjên 78emîn ên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biçe Amerîkayê.

Gotûbêjên 78emîn yên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê di 16-20ê Îlonê de li eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê bêne kirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê destnîşan kir ku Erdogan dê 19ê Îlonê piştî gotûbêjên 78emîn ên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî gotarekê pêşkêş bike.

Erdogan herwiha dê li New Yorkê bi çend serok û berpirsên welatan re jî bicive.

Serokkomarê Tirkiyeyê di serdana xwe de dê bi nûnerên civaka Amerîkayê, karsaz, nûnerên saziyên ramanê û aliyên cuda re jî bicive.

 

Rudaw

Top