• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka û Brîtanya dorpêçên nû xistin ser Îranê

Gulan Media September 16, 2023 Nûçe
Amerîka û Brîtanya dorpêçên nû xistin ser Îranê

Li gor daxuyaniyeke wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê, hikûmeta vê welatî bi biryareke nû dest bi cîhbicîh kirina pêngava nû ya dorpêçên dijî Îran û rayedarên Îranê jiber binpê kirina mafên mirovan kiriye.

Di daxuyaniya vê wezaretê de hatiye diyarkirin ku, di vê merheleya nû de Amerîka 29 rayedar û çend navendên ser bi rejîmê ceza dike û dest dixe ser darayiyên wan.

Ji aliyeke din ve her duhê înê wezareta derve ya Brîtanyayê jî diyar kiriye ku, li gel hepeymanên xwe pakêceke nû ya dorpêçên dijî Îranê xistine meriyetê.

Hikûmeta Brîtanyayê jî diyar kiriye ku, Brîtanya û hevpeymanên din berdewam dibin li ser cezakirina rayedarên rejîma Îranê bi taybetî rayedarên siyasî û leşkerî.

Top