Seidî Pîre: Serdana Kak Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê dê bandor û hêz bide Kurdistanê
Endamê Polîtburoya YNKê ragehand, Herêma Kurdistanê li hemû aliyan ve ketiye ber metirsiyên mezin, serdana şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku Kak Mesrûr Barzanî û Kak Qubad Talebanî li gel yek in, bandor û hêza wê dê hebe ku piştevaniya xelkê jî li gel e, ji bo çareser kirina pirsgirêkên li gel Hikûmeta Federal.
Endamê Polîtburoya YNKÊ Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ne maqûle Herêma Kurdistanê dibêje pêbendiyên xwe me cîhbicîh kirine, lê Bexda dibêje nehatine cîhbicîh kirin, ev jî dikare bi asanî di vê serdanê de bê zelal kirin. Ji ber ev serdana Kak Mesrûr û Kak Qubad gelek başe û piştevaniyekî mezin a xelkê Kurdistanê jî ji bo wê heye û bandora wê dê gelek baş li ser rewşa Herêma Kurdistanê hebe.’’
Herwaha got: ‘’Naha Herêma Kurdistanê li hemû aliyekî ve givaş û gefên mezin li ser e. Mûçexwar gileyiyê li hikûmetê dikin, hêzên siyasî yên Iraqê givaşê li ser me ava dikirin, car caran berpirsên neberpirsên wan jî peyva dîktatorê berê li hember Herêma Kurdistanê bikartînin û wek bakurê Iraqê pênase dikin. Dubare kirina wê gotinê gef xwarine û bêhna xirabiyê lê tê, pêwîste bi giringî em lê binêrin û nehêlin pêşbikeve.’’
Seidî Pîre got: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê berhema xebata dehan salan a gelê me ye û naha li pêş gefxwarin û metirsiyê de ye. Gelek kes xewna linavçûnê dibînin, nabe em rê bidin nakokiyên me rê vekin bo nehezan.’’ Û got: ‘’Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî dikarin ji bo çareser kirina pirsgirêkan, derveyî vê çûna Bexdayê, serdana welatên cîran jî bikin, ji bo kêmkirina wan gef û metirsî û fişarên bi sedemên cuda li ser Herêma Kurdistanê ava bû û ev jî dê giring be.’’
Basnews
