• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kurdistan û dezgeha darayiya navnetewî rêkeftinek îmze kirin

Gulan Media September 13, 2023 Nûçe
Kurdistan û dezgeha darayiya navnetewî rêkeftinek îmze kirin

Serokwezîr li gel şandeke dezgeha darayiya navnetewî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke dezgeha darayiya navnetewî kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke dazgeha darayiya navnetewî bi Serokatiya birêveberê herêmî yê vê dezgehê birêz Khawaja Aftab Ahmad kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina hemahengî û cîhbicîh kirina kar û projeyên hevbeş di navbera dezgeha darayiya navnetewî ku, endamê bankaya navnetewiye û aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

 

Pişt re bi çavdêriya me, rêkeftineke hevkarî di navbera dezgeha darayiya navnetewî û desteya hêlbirînê ya hikûmeta herêma Kurdistanê hate îmzekirin.

Ev rêkeftina han bo cîhbicîh kirina projeyeke çar saliye û derfetê vê yekê diafirîne ku, hêlbirîna kerta taybet li herêma Kurdistanê zêdetir bibe bi taybetî di warê çandiniyê, pîşesazî û navçe abûriyên taybetî û enerjiya ku, tê nûkirin.

 

Top