• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr û balyoza Amerîkayê behsa rewşa Kerkûkê kirin

Gulan Media September 12, 2023 Nûçe
Serokwezîr û balyoza Amerîkayê behsa rewşa Kerkûkê kirin

Tekez li ser çareser kirina kêşeyan li ser esasê Kerkûkê kirin.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza Amerîkayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyoza Amerîkayê ya li Îraqê birêz Alina Romanawsky û şandeke li gel kir.

Mijara sereke ya giftûgoya me nirxandina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê di nava bûdceya federalî de bû. Me ev yek eşkere kir ku, mixabin hin alî hene ku, dixwazin bi awayeke narewa û ji derveya qanûna bûdceyê li hember herêma Kurdistanê tevbigerin, di demekê de ku, şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê hûr giliyên berfire û îsbatkirî bi belgeyên qanûnî û destûrî pêşkêşî aliyên têkildar yên hikûmeta federalî kiriye lewre lazime weke parêzgehên din yên Îraqê mûçeyên mûçexorên herêma Kurdistanê were dayîn û mafên wan jî neyên binpêkirin.

Me li ser girîngiya çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûr û bi rêya diyalog û danûstandinê hemfikir bûn.

Mijareke din ya civîna me giftûgo kirin bû li ser bûyerên vê dawiyê yên li Kerkûkê û tekez li ser girîngiya normal kirin û vegerandina baregehên partî û parastina ewlekarî û aramiya rewşa Kerkûkê kir.

Top