• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlamenterek: Dibe ku roja Pêncşemê Wezîrên Darayî yên Kurdistan û Iraqê biçin Parlamentoya Iraqê

Gulan Media September 11, 2023 Nûçe
Parlamenterek: Dibe ku roja Pêncşemê Wezîrên Darayî yên Kurdistan û Iraqê biçin Parlamentoya Iraqê

Endamekî encûmena nûnerên Iraqê behsa dema çûna herdu wezîrên darayî yên Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo Parlamentoya Iraqê dike û dibêje, karê wezîra darayî ya Iraqê bûye neşandina mûçe û budceya Kurdistanê û ev yek nayê qebûl kirin.

Îro 11.09.2023yê Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê yê ser bi fraksiyona PDKê Xidir Mentik ji BasNewsê re ragehand: Hewldan ji bo wê yekê hene ku roja Pêncşem a vê heftiyê herdu wezîrên darayî yên Herêma Kurdistan û Iraqê bên bo Parlamentoya Iraqê û gotûbêjê derbarê cîhbicîh kirina yasaya budceyê de bikin.

Derbarê wan rêgiriyên Wezîra Darayî ya Iraqê de jî got: Mixabin di dema borî de jî ew wezîra sedemê pirsgirêkan bû, karê wezîra darayî yê Iraqê bûye pirsgirêk ava kirin û neşandina beşa Herêma Kurdistanê û ji bo wê pirsgirêk çêkirin e. Karê wê wezîrê bûye dijatî kirina Herêma Kurdistanê û bi plan û bernameyên çend aliyekî siyasî dike û ev yek nayê qebûl kirin, em hewldanên cîdî dikin ji bo rêgirîkirina li wê dijatiyê.

Xidir Mentik dibêje: ‘’Hewldanên hevpyemanî ya rêveberiye dewletê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e, di civîna dawiyê de jî teqezî li çareseriya pirsgirêkan kirine.

 

Basnews

Top