• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşeke girseyî ya Kurdistanî bû

Gulan Media September 11, 2023 Nûçe
Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşeke girseyî ya Kurdistanî bû

Serok Barzanî bo 62mîn salvegera şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

Îro duşem 11ê Îlonê Serok Barzanî bo 62mîn salvegera şoreşa Îlonê peyamek belav kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Îlonê mezintirîn şoreşa siyasî, çekdarî û civakî ya gelê Kurdistanê bû bi navê parastina nasname û berevanî kirin ji mafên reway ên gelê Kurdistanê û sepandina demokrasiyê li Îraqê de.

Şoreşa mezin ya Îlonê bi rêberayetiya Barzaniyê Nemir ezmûnekî bê wêne yê xebat û têkoşînê bû ku hemû navçeyên cûda yên Kurdistanê û hemû çînan û bi gişt pêkhatên olî û netewî

yên Kurdistanê têda beşdar bûn.

Di bîranîna 62 saliya destpêkirina şoreşa Îlonê de rûmet û pêzanînên min ji bo xebat û keda hemû şoreşgêr û Pêşmerge û kadîrên şoreşa Îlonê heye ku rola wan di vê şoreşa mezin de hebû û şanaziyê ji bo gelê xwe tomar kirin.

Mesûd Barzanî

11ê Eylûla 2023

Top