• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama Serokê herêmê bo 62 saliya Şoreşa Îlonê

Gulan Media September 11, 2023 Nûçe
Peyama Serokê herêmê bo 62 saliya Şoreşa Îlonê

Şoreşa Îlonê dengê gelê Kurdistanê gehande cîhanê.

Serokê herêma Kurdistanê peyamek derbarê 62mîn salvegera destpê kirina şoreşa Îlonê peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi helkefta 62 saliya Şoreşa mezin ya Îlonê, silav bo giyanê pakê rêberê şoreşê, Barzanî yê nemir û hemû têkoşer û pêşmergeyên qehreman ku, canê xwe ji bo azadiya gel û welatê xwe dane û di rêya asê û dijwara şoreşê da êş û azar dîtine û dibînîn. Em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Şoreşa nezin ya Îlonê dayika şoreşên Kurdistanê ye ku, bibû hilgira nirxên bilind yên gelê bindest û tîniya azadî û serfiraziyê. Ew bibû lihevcivandin û nasnameya neteweyî, niştimanî û çandî ya hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê. Hêviyeke mezin, hişyarî û hişmendiya netewî û niştimanî zindî kir. Doz û daxwaza mafên rewa yên gelêkî ku, bi yekrêzî û yekdengiya xwe ji bona ku bigihe serkeftin û armancên xwe yên bilind amade bû her qurbaniyekê bide û rewatî û dengê xwe bi hemû cîhanê bigihîne.

Gelê Kurdistanê di Şoreşa mezin a Îlonê da bi bawerî, berxwedan, canfedayî, xwîn û fedakariya xwe yek ji xwînrêjtirîn rejîmên herêmê têk bir û neçar kir ku mafên gelê Kurdistanê nas bike. Tevî komployên neyaran li dijî şoreşê û şikestinê jî, ti carî meşxeleya şoreşê nehat vemirandin û destkeftên şoreşê bûn bingeha hemû destkeftên paştir û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

Çawa ku yekîtî û yekrêzî hêz û bingeha Şoreşa Îlonê bû, bi vê minasebetê da jî em tekeziyê li ser yekîtî, yekrêzî, hevpejirandin û hevkariya navbera hemû hêz, partî û pêkhateyên gelê Kurdistanê da dikin. Ev rêya tekaneye ji bona derbaskirina pirsgirêk, metirsî, aloziyan û ji bona parastina federalî û maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê û dabînkirina niha û paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê.

Silav li ser giyanê pakê şehîdên şoreşê û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

11.09.2023

Top