• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dije Terora Kurdistanê derbarê bombebarana qezaya Mawetê de zanyarî belav kirin

Gulan Media September 9, 2023 Nûçe
Dije Terora Kurdistanê derbarê bombebarana qezaya Mawetê de zanyarî belav kirin

Dije Terora Kurdistanê derbarê bombebarana îro ya qezaya Mawetê de zanyarî belav kirin û ragihand, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê, mefrezeyeke çekdarên PKKê kire armanc û di encamê de du çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîdar bûye.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro şemiyê 9ê Îlona 2023an, di demjimêr 10:00an de, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê, mefrezeyeke çekdarên PKKê li derdora gundê Basawê yê li qezaya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê kiriye armanc û di dencamê de du çekdar hatine kuştin û çekdarek jî birîdar bûye.

Pêştir, Qaymeqamê Qezaya Mawet Kameran Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand: “Vê sibê bi rêya firokeyeke bêfirokevan, gundê Basawê yê li sînorê qezaya Mawet hat bombebarankirin.”

Kameran Hesen eşkere kir ku "bombebaran nêzîkî demjimêr 09:10 xuleka sibeha îro hatiye kirin, ji ber wê şewat derketiye û di hewla kontrolkirina şewatê de ne".

 

K24

Top