• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Amedê malbat pev çûn: Kesek bi kêrê hat kuştin

Gulan Media September 9, 2023 Civakî
Li Amedê malbat pev çûn: Kesek bi kêrê hat kuştin

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna 2 malbatan de kesek bi kêrê hat kuştin.

Li gor zanyariyan doh êvarê li çayxaneyeke Taxa Seyrantepe ya girêdayî navçeya Peyasê ya Amedê, di navbera 2 malbatên ku pêştir di navbera wan de alozî hebû nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê her du malbat pev çûn.

Di pevçûnê de kêr jî hatin bikaranîn û welatiyê bi navê Oktay Baran ê 27 salî bi kêrê hat kuştin.

Kesê ku bi kêrê êrişî Baran kir ji cihê bûyerê reviya.

Herwiha hêzên ewlehiyê ji bo destserkirina wî dest bi operasyonê kirine. 

 

Rudaw

Top