• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hijmara qurbaniyên erdheja Mexrîbê zêde bû

Gulan Media September 9, 2023 Nûçe
Hijmara qurbaniyên erdheja Mexrîbê zêde bû

Heta niha herî kêm 300 kes canê xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya cîhanî îşev li Başûrê Rojavayê Mexrîbê erdhejeke gelek bihêz çê bûye.

Wezareta navxwe ya vê welatî diyar kiriye ku, heta niha di encama erdheja han de herî kêm 300 kesan canê xwe ji dest dane û 150 kesên din jî birîndar bûne.

Tundiya erdhejê 7 pile li ser pîwera rîşterê bûye û di 8km bin erdê de çê bûye.

Top