Li Brezîlyayê ji ber rabûna lehiyan hejmara kesên canê xwe ji dest dane geheşt 36 kesan
Li eyaleta Ria Grande do Sul a Brezîlyayê ji ber barîna baranên tund lehî rabûn û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheşt 36 kesan.
Parêzgerê eyaleta Rio grande do Sul a li başûrê Brezîlyayê Eduardo Leite ragehand, ji ber barîna baranên tund lehî rabûn û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheşt 36 kesan.
Herwaha diyar kir, li eyaletê operasyonên rizgarkirinê yên bilez destpê kirine û zêdetir ji hezar kes li ser banê malên xwe li benda rizgar kirinê ne.
Li eyaletê rewşa awarte hatiye ragehandin û ji ber barîna baranên tund û rabûna lehiyan 52 hezar kes û herwaha 70 bajarok ji wê bandor bûne û heta naha 5 hezar û 300 kes ji malên xwe bûne û malên xwe terikandine.
Basnews
