Qeladizê – Hin kes hatin gulebaran kirin û 3 kes hatin kuştin
Duh 07.09.2023yê êvari li bajarê Qeladizê çend kesan, hin kes gulebaran kirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Rêveberê koordîneya nexwaşxaneya şehîdên Qeladizê Osman Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nêzîk taxa Raperîn a Qeladizê, ji aliyê çend kesan ve gule li hin kesan hatin berdan û ji ber wê jî 3 kes hatin kuştin.
Herwaha got: ‘’Naha termê wan hersê kesane li bijîşkê dadî ne û derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.’’
