• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Neşandina mafên me yên darayî ji aliyê Bexdayê ve, ziyanê digihîne welatiyên me

Gulan Media September 8, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Neşandina mafên me yên darayî ji aliyê Bexdayê ve, ziyanê digihîne welatiyên me

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, neşandina mafên me yên darayî wek di budceya federal de hatiye, binpêkirina destûr û rêkeftinan e.

Duh Pêncşemê 7ê Îlona 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser medyaya civakî ya Xê (Twittera berê) ragihand, neşandina mafên me yên darayî wek di budceya federal de hatiye, ji aliyê Bexdayê ve, ziyanê digihîne welatiyên me.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye, neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, baweriyê kêm dike û binpêkirina destûr û rêkeftinan e.

Top