Havîna îsal havîna herî germ a dîrokê bû
Ajansa keşnasiya Netewên Yekbûyî û keşnasiya Ewrupa di raportekî de amaje bi wê yekê dikin ku havîna îsal havîna herî germ a dîrokê de bû, ku ji sala 1940ê heta naha germiya waha nehatiye tomar kirin.
Ajansa keşnasiya Netewn Yekbûyî di raporteke hevbeş a li gel keşnasiya Ewrupa belav kir û behsa wê yekê dikin ku bi fermî havîna îsal havîna herî germ a dîrokê bû, her vê derbarê de sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres daxwaz ji rêberên cîhanê dike, bilez li ser guhertinên keşûhewa kar bikin û hewldanên xwe zêde bikin.
Herwaha hat ragehandin, ew germa havîna 2023yê cureyek germê bû ku ji sala 1940ê heta naha germa waha nehatiye tomar kirin.
Di raportê de tê gotin germa havîna îsal germayekî dişewitand bû ji bo beşek ji bakurê kureya erd û nav wê de jî beşek ji Amerîka, Ewrupa û Japonyayê.
Basnews
