• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencir behsa rewşa Îraqê kirin

Gulan Media September 8, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencir behsa rewşa Îraqê kirin

Daxwaza normal kirina rewşa Kerkûkê dikin.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya Seyade civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Duh me pêwşaziya Serokê hevpeymaniya Seyade birêz Xemîs Xencer kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmketa federalî li ser esasê destûr û rêkeftinan kir.

Rojeveke din ya civîna me taybet bû bi, bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê û em her du alî dilgiraniya xwe li hember bikar anîna tundî li hember Xwepîşanderên medenî diyar kir û li ser normal kirina rewşa bajarê hemfikir bûn.

Top