• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

Gulan Media September 7, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir û di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêm û Iraqê danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Duh Çarşemê 6ê Îlona 2023an, Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye, Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Hat diyarkirin ku geşedan û bûyerên van demên dawî yên li Kerkûkê û sedemên wê, mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du aliyan nîgeraniya xwe li ser rewşa Kerkûkê û pêwîstiya çareserbûna bilez a kêşeyan ragihandin.

Top