• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Hewlêrê barhilgirek li 14 otomobîlan qelibî

Gulan Media September 7, 2023 Nûçe
Li Hewlêrê barhilgirek li 14 otomobîlan qelibî

Barhilgirek li ser rêya Kesnezan a Hewlêrê li zêdetirî 14 otomobîlan qelibî û hejmareke mezin ji welatiyan birîndar bûn.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Hewlêrê, barhilgir bi dirêjahiya yek kîlometre çûye bêyî rawestan û kontrol maye, loma heta rawestiyaye, li zêdetirî 14 otomobîlan daye.

Herwiha eşkere kir ku şofêrê barhilgir reviyaye û heta niha ne diyar e û aliyên pêwendîdar bi komkirina zanyariyan li ser hejmara birîndaran û ziyanên maddî mijûl in.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihandiye, di vê bûyerê de ziyana giyanî derneketiye holê û tîmên hawarçûnê 15 kes veguhestine nexweşxaneyê, tevî wê yekê ku beşek ji birîndaran ji ber nêzîkahiya nexweşxaneyek taybet li cihê bûyerê, bo wê nexweşxaneyê hatine veguhestin.

 

K24

Top