• Tuesday, 17 February 2026
logo

Balefirên Tirkiyeyê çiyayê Garê bordiman kirin

Gulan Media September 7, 2023 Nûçe
Balefirên Tirkiyeyê çiyayê Garê bordiman kirin

Bordiman beriya çend kêliyan destpê kiriye.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me yê li deverê dane, beriya çend kêliyan balefirên şer yên Tirkiyeyê bi dijwarî dest bi bordiman kirina çiyayê Garê û derdorê kirine.

Peyamnêrê me diyar kiriye ku, çiyayê Garê û çend gundên derdorê çiyayê Garê bi dijwarî hatine bordimankirin lê heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Top