• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dr. Nasîh Xefûr: Îro Duhok, sibe Hewlêr û dusibe jî Silêmanî dê bersiva dîktatoriya Bexdayê bidin

Gulan Media September 6, 2023 Nûçe
Dr. Nasîh Xefûr: Îro Duhok, sibe Hewlêr û dusibe jî Silêmanî dê bersiva dîktatoriya Bexdayê bidin

Nivîskar û siyasetmedarê kurd radigehîne, îro Duhokê ya xwe got, sibe Hewlêr û dusibe jî Silêmanî dê bersiva dîktatoriyê bidin, ku dixwazin me vegerînin bo serdema koletî û bindestiyê. Gelê Kurdistanê êdî bindestiyê ti demekî qebûl nake.

Nivîskar û siyasetmedar Dr. Nasîh Xefûr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro Duhokê dubare referandûm kir û li dijî zulm, sitem û nedadî ya Iraqê û desthilatdarên Iraqê bersiv da û bi bilindkirina wêneyên şehîdên Kerkûkê careke din nasnameya kurdayetiya kurd bilind kirin. Îro li Duhokê xwepêşandan hat kirin, sibe Hewlêr û dusibe Silêmanî jî dê bên ser xetê û bi karnavalên girseyî bersiva Bexdayê dê bidin. Ev xwepêşandan û raperîna kurdane li dijî zulm û sîtema wê desthilata li Bexdayê, ku dixwaze gelê Kurdistanê birsî bikin. Tişta li Kerkûkê jî pêkhat raperîn bû, ji mêj ve Kerkûk girtiyê wê siyaseta nediruste û nerewa ya li hember kurd e. vê dawiyê li hember Tirkmenan jî tê kirin.’’

Herwaha got: ‘’Tişta hate kirin li Duhokê bersiveke bo serwezîrê Iraq û desthilatiya Iraqê, ku wisa dizanin ku dê li gor daxwaza xwe çi bixwazin bidest bixin. Gelê Kurdistanê biryar daye êdî stûyê xwe natewîne û koletiyê qebûl nake û ev bersiveke ji bo xayînan jî, ku dixwastin bi stûyê xwar Kurdistanê radestî Bexdayê bikin. Naha ewên ku berê digotin neftê radestî Bexdayê bikin, bila naha bersiva xelkê bidin. Me Iraq dubare bingehê wê danî û nûnerên kurd beşdarbûn di darêjandina destûr û dewletê de, lê naha piraniya desthilatê dest wan de ye û dest bi serkutkirina gelê Kurdistanê kirine û piştî 16ê cotmehê li Kerkûkê desthilatî xistin dest, rojane sivikayî û heqaretê li ciwanên kurd ên Kerkûkê dikin û sivikayî bi al a Kurdistan û peykerê Pêşmerge dikin.’’

 

Basnews

Top