• Tuesday, 17 February 2026
logo

Firokeyeke Tirkiyê gundê Bokrîskanê yê li Binarê Qendîlê bombebaran kir

Gulan Media September 6, 2023 Nûçe
Firokeyeke Tirkiyê gundê Bokrîskanê yê li Binarê Qendîlê bombebaran kir

Firokeyeke artêşa Tirkiyê armanceke li gundê Bokrîskanê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Di nûçetekê de Kurdistan24ê ragihandiye, vê êvarê 5ê Îlona 2023an, firokeyeke Tirkiyê gundê Bokrîskanê yê li Binarê Qendîlê bombebaran kir, li gor zanyariyên destpêkê, otomobîleke PKKê hatiye armanckirin.

Qaymeqamê Pişderê Bekir Bayiz ji Kurdistan24ê re bombebarana li gundê Bokrîskanê piştrast kir û ragihand, niha zanyariyên wan ên berfireh li ser bombebaranê tune ye û nizanin ziyanên giyanî û maddî hene an na.

Li gor dîmenên vîdeoya ku li ser medyaya civakî ya Kurdistan24ê hat belavkirin, şewateke mezin li cihê bombebaranê bilind bûy, lê belê heta niha li ser ziyanên giyanî û maddî yên wê bombebaranê, ji hêla aliyên pêwendîdar ve nehatiye eşkerekirin.

Gundê Bokrîskan dikeve nahiya Sengeser a li qezaya Pişder a ser bi Îdareya Serbixwe ya Raperînê.

 

 

Basnews

Top