çîroka şehîdbûna xortên Kurd ên li Kerkûkê
çîroka şehîdbûna xortên Kurd ên di xwepêşandana 2ê Îlonê de ji zarê şahidên bûyerê vedibêje û dirindeyî û bêrehmiya wan hêzan radixe ber çavan ku rasterast gulle reşandin ser xelkê sivîl û aştîxwazên Kurd ên Kerkûkê.
Heval û hogirên wan bi gotinên şahidên bûyerê û bi belgeyên li ber dest ku bi gulleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê hatin şehîdkirin, behsa wê rojê dikin, ku çawa li ber çavê xelkê, hêzên çekdar du xortên bêtawan şehîd kirin, yek ji wan şehîdan Heval Star ê 33 salî bû, ku bavê sê keçan e û hevjîna wî bi kurekî ducanî ye.
Hejîna Şehîd Heval, Deştî Mihyedîn ji Kurdistan24ê re diyar kir, sê keçên wê hene, zarokên wê bê bav nikarin, hêviya Şehîd Heval ew bûye ku kurekî wî hebe û hembêz bike, her êvar digot, "divê ez zarokê xwe di hembêza xwe de bibînim", heşt sal li benda zarokekî bû, lê nehiştin bibîne.
Dayîka Şehîd Heval, Nezmiye Mihemed dibêje, ti tawanekî kurê min tunebû, li pey xwarziyekî xwe çûye derve, da ku wî bîne, ti tiştek nekiriye, lê wan ew kuşt.
Roja Şemiyê 2ê Îlona 2023an, Serok Barzanî peyamek li ser rewşa Kerkûkê belav kir û ragihand, cihê sosretê ye ku di çend rojên borî de hêzên ewlehiyê û polîsên Kerkûkê rê li ber alozî û reftarên neyasayî yên astengkaran negirtine, lê îro li Kerkûkê tundûtûjiyê li dijî xort û xwepêşanderên Kurdên Kerkûkê bikar tînin û xwîna ciwanên Kurd hat rijandin. Ev reftar nayê qebûlkirin û dê encamên gelek xirab bi xwe re bîne, “rijandina xwîna kurên me li Kerkûkê dê berdêlên wê yên giran hebin”.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rewşa bajarê Kerkûkê peyamek belav kir û tê de ragihand, "Em bi tundî ajaweyên li dijî demokrasî û pêkvejiyana aştiyane ya li Kerkûkê şermezar dikin. Em şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kurd ên ku ji aliyê şovenîstan ve êrîş li wan hatine kirin, şermezar dikin.”
Êvara roja Şemiyê 2ê Îlona 2023an, hejmarek ciwanên Kurd ên nişteciyên taxên Şoraw û Rehîmawa yên li Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve, xwepêşandan kirinç Di xwepêşandanê de alozî derket û hêzên ewlehiyê gulle reşandin ser xwepêşanderên Kurd.
Ji ber reşandina gulleyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi ser xwepêşanderan de, çar welatiyên Kurd ên Kerkûkê yên bi navên "Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Husên Sabir" şehîd bûn û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûn.
Tevî şehîdkirin û birîndarkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê, çar rojnamevan û xebatkarên medyayê jî desteser kirin û yek jî birîndar kirin.
K24
