• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyekî Parlamentoya Kanada kir

Gulan Media September 5, 2023 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyekî Parlamentoya Kanada kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlona 2023an pêşwaziya şandeke Parlamentoya Kanadayê bi serokatiya parlamenter Tom Kmiec kir.

Serokê şanda Kanadî kurteyek derbarê kar û çalakiyên Koma Parlamenterên Dostê Kurd li Parlamentoya Kanadayê pêşkêş kir, ku ji hejmarek parlamenterên piraniya partiyên Kanada pêk hatiye û armanca wan piştevaniya doza Kurdî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Kanadayê û Herêma Kurdistanê de ye.

Her wiha şanda mêvan rewşa pêkvejiyana aştiyane, azadiya olî û azadiya ragihandinê li Herêma Kurdistanê bilind nirxand, ku hevşêweyê azadîyên ku li Kanadayê hene ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya Kanadayê bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di şerê dijî terorîstên DAIŞê de.

Di mijareke din a civînê de, Serokwezîrê Mesrûr Barzanî bal kişand li ser pêşhatên dawî yên di warê pêwendiyên li gel hikûmeta federal de û aşkere kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên di çarçoveya destûrê de cih aniye, lê cihê mixabinî û dilgiraniyeke mezin ku mafên gelê Kurdistanê bi awayekî gelek nedadperwerî û nedestûrî tê binpêkirin û rêz li rêkeftina aliyên ku hikûmetê ava kirine û karnameya hikûmetê nayê girtin ku li Encûmena Nûneran a Iraqê bi piraniya dengan hatiye pesendkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku gelê Kurdistanê bi ti awayî dest ji mafên xwe yên rewa û destûrî bernade û serê xwe li ber ti fişar û gefên wan aliyan natewîne ku dixwazin Iraqê vegerînin serdema dîktatorî, zordarî û çewsandina gelê Kurdistanê.

 

Basnews

Top