• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka F35 an dide Îsraîlê

Gulan Media September 4, 2023 Nûçe
Amerîka F35 an dide Îsraîlê

Biryare 25 balefirên F35 di salên pêş de radestî Îsraîlê bike.

Li gor çapemeniya Îsraîlî wezareta berevanî ya vê welatî dest bi amadekariyên pêwîst bo kirîna 25 balefirên nû yên cengî yên ji cureya F35 ji Amerîkayê kiriye.

Çapemeniya Îsraîlî diyar kiriye ku, buhayê wan balefiran zêdetir ji 3 miliyar dolare ku, ji pakêca hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Îsraîlê tê dabînkirin.

Li gor nûçeyê lazime heta 2027an ev balefir radestî Îsraîlê werin kirin û bi vê awayî Îsraîl dibe xwedan 75 balefirên F35.

Top