• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rojnamevanên Duhokê: Piştî 16ê cotmehê zordarî li kurdên Kerkûkê hatiye kirin

Gulan Media September 3, 2023 Nûçe
Rojnamevanên Duhokê: Piştî 16ê cotmehê zordarî li kurdên Kerkûkê hatiye kirin

Piştî duh li bjaarê Kerkûkê Heşdî Şeibî li gel artêşa Iraqê gule li xwepêşanderên kurd berdan û şehîd û birîndar çêbûn, rojnamevanên Duhokê jî li ser wan bûyeran beyanameyekî hevbeş de nerazîbûna xwe nîşan dan.

Bi navê rojnamevanên parêzgeha Duhokê Yaser Ebdulrehman îro 03.09.2023yê di civîneke çapemeniyê de ji saziyên çapemeniyê re ragehand: ‘’Ji bo raya giştî li Iraq û Netewên Yekbûyî û hemû balyozxane û konsulxane û nûnerên welatên biyanî û hemû aliyên pêwendîdar; bûyerên li Kerkûkê çêbûne di encama siyaseta xwe sepandinê û neqebûlkirina pêkhateyan a li gel hev e.’’

Herwaha ragehand: ‘’Ji bo her aliyekî diyare ku piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017ê heta naha li ber çavên hemû aliyan, kurd li Kerkûkê tên êşkence kirin, girtin û rojane heqaret û sivikayî li pîroziyên kurd û Kurdistanê tên kirin. Dest li ser mal û erdên wan tê girtin û em bi bang li rêveberiya Kurdistanê dikin xwe li daxwazên hemwelatiyên Kerkûkê bike xwedî û di heman demê de Hikûmeta Iraqê ji wan bûyeran berpirs dibînin li hember vê rewşa Kerkûkê divê erkê xwe bicîh bîne ji bo parastina hemwelatiyên kurd ên li Kerkûkê.’’

Herwaha daxwazê ji Netewên Yekbûyî û hemû balyozxane û konsulxaneyan dikin vê rewşa Kerkûkê ava bûye qebûl nekin. Em wek rojnamevanên Duhokê teqez dikin ku eger çi kurdek li Kerkûkê jî nemîne, Kerkûk her dilê Kurdistanê ye û piştevaniya xwe ji bo hemwelatiyên Kerkûkê dubare em teqez dikin.

 

Basnews

Top