• Tuesday, 17 February 2026
logo

Silêman Oso: PDKê karî doza kurd bigehîne cîhanê

Gulan Media September 3, 2023 Nûçe
Silêman Oso: PDKê karî doza kurd bigehîne cîhanê

Siyasetmedarê diyar ê Rojavayê Kurdistanê û endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso di hevpeyvîneke li gel BasNewsê ragehand, her ji destpêka avabûna PDKê ve armanc, li hemû cîhanê bidestanîna mafên gelê kurd bû.

Silêman Oso got: ‘’Barzanî yê bav berdewam li ser armanca niştiman û netewî xebat û tekoşîn kir. Wan ruha xwe li ser danî, ku gelê kurd bi mafên xwe şad bibe û PDK damezrand ji bo kurd û Kurdistanê.’’

Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê got: ‘’Naha Serok Mesûd Barzanî rêberê gelê Kurdistanê ye, hemû jiyana xwe ji bo parastina hemû takekî kurd û axa Kurdistanê veqetand.’’

Herwaha dibêje: ‘’Ev pêkhateya Kurdistanê ya heye bi hemû şiyana xwe ve jî kar dike ku wan destkeftên ku heye biparêze.’’

Oso got: ‘’Naha PDKê kariye bi rêbertiya Serok Barzanî doza kurdan bigehîne hemû cîhanê, ji ber wê jî divê hemû takekesekî kurd piştevaniyê li kurd û Kurdistan û Serok Barzanî bike. Ji ber PDK û Serok Barzanî piştevanê hemû takekesekî Kurdistanê ne li her çar parçeyên Kurdistanê.’’

 

Basnews

Top