• Tuesday, 17 February 2026
logo

Di 1ê Îlonê de li Diyarbekirê banga aştiyê hat kirin

Gulan Media September 2, 2023 Nûçe
Di 1ê Îlonê de li Diyarbekirê banga aştiyê hat kirin

Li Diyarbekirê saziyên sivîl û partiyên siyasî di 1’ê Îlonê de, peyam û daxwazên aşitiyê ragihandin. Bal hat kişandin ku 1’ê Îlonê salvegera destpêka şerê duyemîn yê cîhanê ye buye sedema qarasatên mezin û ji bo ku di ciyê şer û aloziyan de, aşitî bê sazûmankirin û bibe rêbaz vê rojê wek roja bilindkirina daxwazên aşitiyê pêşwazî dikin.

Mafparêz, rêvebirên partiyên siyasî û saziyên sivîl bi mebesta 1’ê Îlonê;  peyam û daxwazên aşitiyê bi çalakiyên cuda berz û bilind dikin. Siyasetmedar û rêvebirên saziyên sivîl, balê dikşînin ku şer û pevçûn tenê encamên windakirinê û wêrankirinê peyda dikin. Loma jî aşitî daxwaz û bêriya hemû cîhanê ye lê herî zêde jî bêriya gelê Kurd e.

Hevserokê Diyarbekirê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyad Ceylan ji K24ê re diyar kir: “Mixabin erdnîgariya Kurdistanê bi sala ye di nava şer de ye û ji wisa berdewam dike. Herî zêde Kurd, lê divê hemû dînamîkên civakê li hemberî şer û pêkutiyan û li hember zilm û zordariyan dengên xwe bilind bikin. Em dibêjin bi xwîn rêjandinê pirsgirêkên li ser erdnîgariya Kurdistanê, li Tirkiyê û şerqa navîn tu dewletekî û aliyekî nikare çareser bike. Pirsgirêk bi mafan û dabînkirina mafan û bi naskirina azadiyê tên çareserkirin.”

Mafparêz jî balê dikşînin ku divê bang û daxwazên aşitiyê salê rojekî nebe, lê di her rojên salê de berdewam bê kirin û divê rayedar jî, ji bo çareseriya pirsgirêkan rêbazên aşitiyê ji xwe re bikin rêbaz.

Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê yê li Diyarbekirê Murad Aba ji K24ê re diyar kir: “Her sal di 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê de, em daxwazên xwe bilêv dikin. Em dibêjin li Dinyayê, ê ewil jî li Tirkiye û Kurdistanê aşitî û aramî çê bibe. Lê em dibînin ku hêzên dewletê her sal êşkence û binpêkirinên mafên mirovî her sal zêdetir binpê dikin û ev jî me xemgîn dike. Lê em dizanin ku divê li vê axê, li vî welatî aşitî pêk were. Bê aşitî em nikarin nefes bistînin û bêhna me diçike ji ber ku aşitî ji bo însan wek nan û av pêwîstiyek e.”

Biryare ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP û saziyên sivîl jî bi mebesta roja aşitiyê, îro mîtingekî lidar bixe.

Di 1’ê Îlona îsal de jî, ji Diyarbekirê daxwaz û peyamên aşitiyê hatin bilêvkirin. Siyasetmedar û mafparêz balê dikşînin ku erdnîgariya Kurdistanê, ew erdnigarî ye ku herî zêde ji şer û pevçûnan êş kişandiye û bêriya aşitiyê kiriye. Loma jî daxwaz dikin ku ji bo sazûman kirina aşitiyê ji destên kê çi tê divê bikin.

 

K24

Top