• Tuesday, 17 February 2026
logo

Girtiyê Kurd ê nexweş piştî 30 salî hat berdan

Gulan Media September 2, 2023 Nûçe
Girtiyê Kurd ê nexweş piştî 30 salî hat berdan

Girtiyê Kurd ê nexweş Naîl Demîrê 59 salî ku di lîsteya nexweşên giran a Komaleya Mafên Mirov (ÎHD) de bû, piştî 30 salî hat berdan.

Girtiyê nexweş ê Kurd Naîl Demîr ji sala 1993yan ve di girtîgehê de bû.

Demîr piştî 30 salî, 1ê Îlonê di temenê xwe yê 59 salî de hat azadkirin.

Demîr ku nexweşê penceşêra kolonê û prostatê ye divabû bi biryara desteya çavdêr û îdareya girtîgehê 12ê Tebaxê ji girtîgeha Afyonkarahîsarê bihata berdan, lê tevî vê biryarê berdana wî 6 mehan hatibû paşxistin.

Girtiyê Kurd Naîl Demîr ji bo hilweşandina biryarê serî li dadweriya înfazê dabû, lê daxwaza wî hatibû red kirin.

Li gorî zanyariyan Naîl Demîr herî dawî li dadgeha cezayên giran nerazîbûn nîşan daye û piştî vê nerazîbûnê biryara azadkirina wî hatiye dayîn.

Naîl Demîr piştî ku hat azadkirin dîmenên wî li ser medyaya civakî hatin belav kirin.

“Bijî berxwedan”

Girtiyê Kurd piştî ku hat berdan got:

“Ez bawer nakim ku ez derketime. Ev hesteke pir xweş e.

Bijî berxwedan û nemîne faşîzm.”

Partiya Çepên Kesk (YSP) jî derbarê paşxistina biryara azadkirina Naîl Demîr de li Parlamentoyê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç kiribû.

Naîl Demîr 22ê Tebaxa 1993yan bi hinceta “endamtiya rêxistinê li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê hatibû girtin.

Di 30 salên xwe yên girtîgehê de bo 7 girtîgehên cûda hatiye şandin û ji ber nexweşiya pencşêrê û çend nexweşiyên din di lîsteya nexweşên giran a Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû.

 

Rudaw

Top