• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê CHPyê yê navçeya Rezanê ya Amedê greva birçîbûnê bi dawî kir

Gulan Media September 2, 2023 Nûçe
Serokê CHPyê yê navçeya Rezanê ya Amedê greva birçîbûnê bi dawî kir

Serokê CHPyê yê navçeya Rezanê ya Amedê Recep Yavuz greva birçîbûnê bi dawî kir.

Recep Yavuz bi hinceta ku serokatiya wî û kongreya navçeya wî ji aliyê rêxistina CHPyê ya bajêr ve nehatiye pejirandin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû.

Recep Yavuz Serokê CHPyê yê Navçeya Rezanê ya Amedê ye.

Ew li avahiya partiya xwe pêşwaziya piştevanan dike lê kesên têne piştgiriyê îcar ji bo şexsê wî hatine.

Bi hinceta ku Serokatiya Amedê ya CHPyê kongreya navçeya Rezanê betal kiriye, Recep Yavuz dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Yavuz diyar kiribû ku destpêkê dê 3 rojan bikeve greva birçîbûnê lê eger kongre û serokatiya wî neyê pejirandin ew dê îcar bikeve rojiya mirinê û tu destwerdaneke bijîşkî jî qebûl neke.

Piştre Yavuz da zanîn ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ketiye dewrê û ji ber vê yekê wî greve xwe ya birçûbûnê bi dawî aniye.

Li gorî Yavuz tawankarê vê çalakiya wî Serokê CHPyê yê Amedê Abdullah Atîk e.

“Ez dê dest bi rojiya mirinê bikim”

Serokê CHPyê yê navçeya Rezanê Recep Yavuz gotibû:

“Em dê 3 rojan bikevin greva birçîbûnê. Paşê ez dê dest bi rojiya mirinê bikim.

Heft hevalên min jî dê ji bo piştgiriyê bi min re bin. Ew dê piştgiriya min bikin.”

Serokê CHPyê yê bajarê Amedê Abdullah Atîk jî berevajî Recep Yavuz difikire.

Li gorî Atîk, kongreya navçeya Rezanê li gorî pîvanên rêziknameya CHPyê nehatiye kirin.

Herwiha Atîk diyar kir bêyî ku sindoqên dengdanê bêne danîn navê delegeyên ku têkiliya wan bi CHPyê re tune ye hatiye nivîsandin. Ew dê ti carî vê yekê nepejirînin.

“Ti tiştekî li gorî pîvanên partiya me çênekiriye”

Serokê CHPyê yê bajarê Amedê Abdullah Atîk wiha anî ziman:

“Recep ti tiştekî bi pîvanên partiya me û rêziknameya me çênekiriye.

Li ti taxekê sindoqên dengdanê dananîne û ji xwe re li ser maseyê rûniştine û ev nav nivîsandine.

Ji ber vê yekê me got em vê kongreyê bi vî awayî qebûl nakin.”

Di van 30 salên dawiyê de CHPyê yek kongreyeke xwe ya mezin jî bê pirsgirêk nebiriye serî.

Di pêvajoyên hemû kongreyan de hem li navendê, hem jî li gelek navçe û bajaran dubendî çêbûne û kongreyên CHPyê bûne sedema nîqaşan.

 

Rudaw

Top