• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kolêra li Silêmanî serî hilda

Gulan Media September 1, 2023 Nûçe
Kolêra li Silêmanî serî hilda

Herî kêm 10 kes bi vê nexweşiyê ketine.

Birêveberatiya tendirostiya Silêmanî ragihand ku, nexweşiya Kolêrayê li Silêmanî belav bûye û heta niha 10 kes bi vê nexweşiya han ketine.

Di daxuyaniya birêveberatiya Silêmanî de hatiye eşkere kirin ku, rojane jiber zikçûn û vereşanê herî kêm 100 kes serî li nexweşxaneyên bajarê didin.

Tendirostiya Silêmanî daxwaz ji xelkê kiriye xwe ji bikar anîna ava qirêj û ava ku, çavkaniyê vê nediyare dûr bixe.

Top