Kesê ji malbata xwe 2 kes kuştin û 3 kes jî birîndar kirin mir
Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê gumanbarê ji malbata xwe 2 kes kuştin û 3 kes jî birîndar kirin li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Burak Yalçinkayayê li Taxa Kişlayê ya Yuregirê, pêr li ser sifreyê ji ber sedemeke nayê zanîn gule berdan bira û biraziyê û ew kuştin.
Yalçinkaya herwiha diya xwe, buka xwe û biraziyê xwe yê din jî birîndar kir û hewl da xwe jî bikuje.
Lê ew birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Tevî midaxeleyan ew bi ser xwe ve nehat û canê xwe ji dest da.
Cenazeyê Yalçinkaya ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.
Rudaw
