• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî 15 donim zevî ji bo nexweşxaneyeke Mexmûrê terxan dike

Gulan Media August 31, 2023 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî 15 donim zevî ji bo nexweşxaneyeke Mexmûrê terxan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî nîşan da li ser terxankirina 15 donim zevî li qezaya Mexmûrê ji bo avakirina nexweşxaneyeke 100 nivînî ji welatiyên Mexmûr û derdora wê re.

Li gor nivîseke Wezareta Şaredarî û Geştûguzar ku ji Rêveberiya Giştî ya Şaredariyan a Hewlêrê re hatiye şandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî nîşan da li ser terxankirina 15 donim ji zeviyên karta 7 a qezaya Mexmûrê, ji bo avakirina nexweşxaneyeke 100 nivînî ji welatiyên Mexmûr û derdora wê re.

Herwiha daxwaz hatiye kirin ku ev biryar li gorî rêkarên yasayî û îdarî bê cibicîkirin.

Pêştir xelkê qezaya Mexmûrê ev mijar gihandibûn Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê û piştre jî Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê daxwazên welatiyên wê deverê bo Encûmena Wezîran bilind kiribû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demek kêm de fermana terxankirina zevî ji bo avakirina nexweşxaneyekê ji bo welatiyên qezaya Mexmûrê û derdora wê da.

 

K24

Top