Li Duhokê 52 hezar koçber dê beşdarî helbijartinên civata parêzgehan bibin
Berpirsê ofîsa Duhokê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya helbijartinên Iraqê diyar kir: ‘’52 hezar koçber li parêzgeha Duhokê hatine tomar kirin, dê hemû beşdarî li helbijartinên civata parêzgehên Iraqê bikin.’’
Berpirsê ofîsa Duhokê yê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinan Xalid Ebas ji BasNewsê re ragehand: ‘’52 hezar koçber dê beşdarî helbijartinan bibin, heta naha 50 hezar koçberan kartên xwe yên biometrîk wergirtine, dê ew kesên ku kartên wan jî hene dê bên nû kirin. Naha hejmareke dewreyên rahênanê bo karmendên komîsyonê hatine vekirin, ku li ser çawa bikaranîna amûrên ji bo helbijartinê bizanin bikarbînin.’’
Herwaha got: ‘’Li parêzgeha Duhokê amadekarî ji bo helbijartinên civatên parêzgehên Iraqê hatine kirin, ew koçberên Duhokê hatine tomar kirin dê beşdariyê di helbijartinên bikin û nav kampan de dê beşdar bibin.’’
Basnews
