• Tuesday, 17 February 2026
logo

Saziya Keşnasiyê ji bo 11 bajaran hişyariya baran û lehiyê da

Gulan Media August 29, 2023 Nûçe
Saziya Keşnasiyê ji bo 11 bajaran hişyariya baran û lehiyê da

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo 11 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya baran û lehiyê da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li bajarên Artvin, Giresun, Gumuşhane, Hatay, Rize, Trabzon, Bayburt û Hatayê yên Tirkiyeyê û bajarên Erzerom, Qers û Erdxanê yên Bakurê Kurdistanê baraneke gur dibare.

Saziya Keşnasiyê hişyarî da welatiyên li wan 11 bajaran dijîn:

“Ji bo egera lehî, birûsk, teyrok, ba, bahoz û pirsgirêkên trafîkê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergrin.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê îro pileya germê di navbera 3-7 pileyan de dadikeve.

 

Rudaw

Top