Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir
Ji bo koça dawî ya xwedêjêrazî Ehmed Xalid Oreyî, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê û efserê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Umer Oreyî, Berpirsê Liqa 8 a PDKê û malbata wî kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Birêz Umer Oreyî, Berpirsê Liqa 8 a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Zaxo
Ji ber wexera dawiyê ya birayê we Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê û efserê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Xwedê lê xoşbûyî Ehmed Xalid Oreyî, behî û sersaxiyê li we û malbata we ya birêz dikim û hevpişkê xema we me.
Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û hedarê bi we bibexşîne.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Basnews
