Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 daxwazên din ên xelkê Kifrî cîhbicîh kirin
Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 2 projeyên rê yên li qezaya Kifrî tên cibicîkirin, ku daxwaza sereke ya xelkê wê deverê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, razemendî da ji bo çêkirin û qîrkirina rêya 12 Îmam-Qerebilax bi 6 milyar dînar û 21 milyon û 555 hezar dînaran, ku ev yek ji daxwazên xelk Kifrî ye û ew rêyeke sereke ye û çend gundên wê deverê bi hev ve girê dide.
Herwaha hat zanîn, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, razemendî daye ku rêya Dêlêje – Sengaw ya li devera Kifrî bi yek milyar dînar bê çêkirin, ku ev jî yek ji daxwazên sereke yên xelkê Kifrî bû.
Di destpêka Tîrmeha sala 2023an de xelkê qezaya Kifrî dest bi grevê kirin û pêwîstiyên devera xwe anîn ziman. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de soz dabû xelkê Kifrî ku dê daxwazên wan cîbicî bibin, ji bo vê armancê jî komîteyek hate avakirin ku serdana Kifrî kir. Piştre jî çend daxwazên xelkê Kifrê hatin cîbicîkirin.
Basnews
