• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îraqê bersiva Îranê da: Me rêkeftina derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê cîbicî kiriye

Gulan Media August 29, 2023 Nûçe
Îraqê bersiva Îranê da: Me rêkeftina derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê cîbicî kiriye

Bedevkê Hikûmeta Îraqê, Basim Ewadî ragihand ku wan pabendiyên xwe yên derbarê partiyên Rojhilatê Kurdistanê cîbicî kirine.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî li ser hesabê xwe yê Facebookê, derbarê cîbicîkirina rêkeftina ewlehî ya bi  Îranê ya têkildarî partiyê Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da.

Basim Ewadî diyar kir ku wan pabendiyên xwe yên wê rêkeftinê cîbicî kirine.

Basim Ewadî di peyama xwe de got, “Îraqê rêkeftin bi Îranê re îmza kiriye ku tê de hatiye gotin ku divê rê li derbasbûna çekdaran bê girtin û çek ji wan bê standin.

Îran herwiha dibêje bila kesên ku ew dixwazin bêne radestkirin û serbazgehên wan nemînin. Îraqê ew pabendiyên xwe cîbicî kirine.”

Ewadî herwiha destnîşan kir ku girîngtirîn bingeha siyaseta derve ya Iraqê ew e ku nabe ew welat bibe aliyek ji bo ziyangihandina welatên cîran.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê got jî: “Ji bo parastina sînorên Îraqê ji her êrîşekê, serweriya me pêwîstî bi lihevtêgihîştina ewlehiyê heye.”

Ev daxuyaniya Ewadî piştî wê yekê hat ku Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew dema bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dirêj nakin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî gotibû ku li gorî rêkeftina bi Hikûmeta Îraqê re divê “grûpên dijber” werin bêçekkirin.

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê 19ê Adara 2023yan li Bexdayê rêkeftineke ewlehiyê îmze kir.

Ew rêkeftin li ser çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bû.

Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî 11ê Tîrmeha 2023yan ragihandibû ku eger Îraq heta dawiya havînê erkên xwe yên bêçekkirina “grûpên dijber” ên Îranê cîbicî neke, dê ew ji berê tundtir êrişî wan bike.

Îranê ji 8ê Îlona 2018an ve, gelek caran baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û malên malbatên wan ên li Başûrê Kurdistanê kirine armanc.

 

Rudaw

Top