• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê li Bexdayê ye

Gulan Media August 29, 2023 Nûçe
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê li Bexdayê ye

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat gihişt Bexdayê û bi alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mihemed Temîm civiya.

Biryar e Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat roja çarşemê bê Hewlêrê jî.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat îşev gihişt Bexdayê.

Omer Bolat li Bexdayê bi alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê Mihemed Temîm re civiya.

Tê çaverêkirin Omer Bolat roja sêşemê ligel Serokkomarê Îraqê Ebulletîf Reşîd û Serokwezîrê wî welatî Mihemed Şiya Sûdanî jî bicive.

Li gor zanyariyan Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê Omer Bolat dê roja Çarşemê bê Hewlêrê û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar jî roja 24ê Tebaxa hatibû Hewlêrê û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevditîn kiribûn.

Piştî ragirtina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Îraqê çend caran danûstandin li ser hinartina petrolê kirine lê heta niha negihiştine ti rêkeftinekê.

 

Rudaw

Top