• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pişder – 2 heftiye Îranê ava Zê yê biçûk daxistiye

Gulan Media August 28, 2023 Nûçe
Pişder – 2 heftiye Îranê ava Zê yê biçûk daxistiye

Qaymeqamê Pişderê ragehand, du heftiye Îranê ava Zê yê biçûk girtiye û ev yek jî bandorekî nerênî li ser veberhênana masî û çandiniya li vî sînorî ava kiriye.

Qaymeqamê Pişderê Bekir Bayîz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev du heftiye ji aliyê Îranê ve ava Zê ya biçûk bi temamî hatiye girtin û ev yek jî bandorê li ser çandinî û projeyên masî yên hemwelatiyan çêdike.

Herwaha got: ‘’Ji ber ew kanî û çavkaniyên avê yên li nav sînorê Herêma Kurdistanê ve têne nav ava Zê yê biçûk, heta astekî bandorê li ser ava vexwarinê nake û rojane av a vexwarinê ji bo hemwelatiyan bi rêya projeya av a Xas ve bo hemwelatiyan tê dabîn kirin.’’

Qaymeqamê Pişderê diyar kir, îdareya Raperîn ji wan pirsgirêkan agahdar kirine û wan jî bi rêya xwe ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerê Netewên Yekbûyî û aliyên pêwendîdar agahdar kirin û daxwaza çareseriya vê pirsgirêkê li wan kirine.’’

Av a Zê yê biçûk derveyî hemwelatiyên sînorê qeza Pişderê ji bo çandinî û geştyarî û masî û ava vexwarinê sûd lê dibînin, çavkaniyekî giring û diyar a bendava Dukanê ye jî, di heyama girtin û daxistina avê de bendava Dukanê rojane bi awayekî berçav dadikeve û asta daketina vê di rojekî de 8 santîmetre ye û temamê bendavê jî ku 7 milyar metresêca avê werdigre, naha tenê sedî 34ê bendavê de av maye.

 

Basnews

Top