Seroka berê yê Fînlandiyayê: Kurd bûyerên cîhanê baş fam dikin
Seroka berê ya Fînlandiyayê Taria Hallonen diyar kir ku kurd ji ber ku xwedî tecrubeyên gelek baş in, bûyerên cîhanê baş fêm dikin û got, divê civaka navneteweyî alîkariya pirsgirêka Kurd bike.
Seroka berê ya Fînlandiyayê Taria Hallonen di dema beşdarbûna xwe di Festîvala Kurdistan li Fînlandiyayê de ji Kurdistan24ê re got: "Hêvîdar im hûn û hemû Kurd bizanin ku îro li cîhanê ne bi tenê ne û hemû welatên cîhanê piştevaniya Kurdan dikin.Kurd bûyerên cîhanê baş fam dikin, ji ber ku xwedî tecrubeyên mezin in.Hêvî kir ku civaka navneteweyî çareseriyeke berfireh ji bo Kurdan bibîne.’’
Taria Halonen anî ziman ku kesayet dikarin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewl bidin.
Tara Karina Halonen (zayîn 1943) siyasetmedarek Fînlandî ye ku wekî yazdehemîn seroka Fînlandiyayê û yekem jina ku postê 1990 wezîra Karûbarên Civakî û Tenduristiyê, Wezîrê Dadê ji 1990 heta 1991, Wezîra Karên Derve ji 1995 heta
Basnews
