• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Silêmaniyê erdhej pêkhat

Gulan Media August 26, 2023 Nûçe
Li Silêmaniyê erdhej pêkhat

Îro danê sibê li parêzgeha Silêmaniyê erdhejekê rûda.

Rêveberê Keşnasî û Erdhejê yê Silêmaniyê Aso Kemal ji K24ê re ragihand: “Îro danê sibê di demjimêr 06:31 xulekan de li bakurê rojavayê Silêmaniyê û nêzîkî rêzeçiyayên Pîremegrûn erdhejekê bi hêza 3.1 pile rûda.”

Aso Kemal eşkere kir: “Erdhej di kûrahiya şeş kîlometre û bi dûriya 25 kîlometre ji navenda bajarê Silêmaniyê rûda û navenda erdhejê di navbera gundên Henaranî Serû û Kanî Menim bûye.”

 

K24

Top