• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka û Îran bi awayeke nihênî lihev kirine

Gulan Media August 26, 2023 Nûçe
Amerîka û Îran bi awayeke nihênî lihev kirine

Dibêje lihev kirin li ser petrola Îranê hatiye kirin.

Ajansa tesnîm ya Îranî yaku, ser bi spaha Pasdaran ya Îranê ye belav kiriye ku, di navbera Amerîka û Îranê de lihev hatineke nihênî derbarê petrola Îranê de çê bûye.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku, Îran û Amerîka li ser şandina petrola Îranê bo bazarên cîhanê lihev kirine.

Ji aliyeke din ve ajansa blomberg jî diyar kiriye ku, Îran û Amerîka netenê li ser azad kirina welatiyên xwe yên girtî belku, li ser petrola Îranê jî lihev kirine û ji niha û pêda Îran dikare petrola xwe bişîne bazarên cîhanê.

Top