Rojnameya Erebî El Cedîd: Tirkiyê daxwaz ji Iraqê kiriye ku PKKê wek terorîst binase
Dawiya heftiya borî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir û rojnameya Erebî El Cedîd jî derbarê ve serdanê de aşkera kir, aliyê Tirkiyê daxwaz ji desthilatdarên Iraqê kirine ku bi fermî PKKê wek grubekî terorîst nas bikin.
Rojnameya Erebî El Cedîd di raportekî de aşkera kir, yek ji daxwazên Tirkiyê ya di vê serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li gel rêveberên Iraqê ew bû ku Iraq bi fermî PKKê wek grubekî terorîst nas bike û kar bike ku rê lê bê girtin. Herwaha PKK axa Iraqê ji bo êrîşên çekdarî yên nav sînorê Tirkiyê bikartîne û pêşî lê bigre.
Li gor heman raportê Hakan Fîdan belge û wêneyên esmanî nîşanî berpirsên Iraqê dane û di wan wêne û belgeyan de derdikve ku çekdarên PKKê nav sînorê dewleta Iraqê ve diçin bo Tirkiyê û êrîşan pêktînin. Herwaha çawa çalakiyên çekdarî li Qendîl, Mexmûr, Sîdekan, Zap û hin navçeyên din ên Silêmaniyê pêktînin wan belgeyan jî nîşan dide.
Herwaha di heman raportê de Hakan Fîdan behsa pêwendiyên navbera YNK û PKKê de jî kiriye û aşkera kiriye ku li Silêmaniyê aliyekî siyasî yê Kurd asankariyê ji bo PKKê dike û ew rojname dibêje: ‘’Armanca wî ji wî aliyê siyasî yê kurd jî YNK û Bafil Talebanî bûye.’’
Hat aşkera kirin ku Tirkiye li benda bersiva aliyê Iraqê ye, li ser daxwazên yên taybet derbarê PKKê de û çarenivîsa serdana Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî girêdayî wê bersiva Iraqê ye.
Basnews
