• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand

Gulan Media August 26, 2023 Civakî
Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand

Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jinekê xwe şewitand.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopetamyayê, li taxa Seleheddîn Eyûbiyê ya Qoserê jina bi navê Suriye Akturk a 50 salî ji ber sedemeke nediyar xwe li ser banê xaniyê xwe şewitand.

Tevî midaxaleya cîran û xizmên wê, Suriye Artukê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Suriye Akturkê ji bo karûbarên otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

 

Rudaw

Top