• Tuesday, 17 February 2026
logo

Akrê – Du keçên ciwan di avê de xeniqîn

Gulan Media August 24, 2023 Nûçe
Akrê – Du keçên ciwan di avê de xeniqîn

Berdevkê polîsê Akrê aşkera kir, du keçên ciwan ku hevalên hev bûn, bi armanca melevanî û avjenî kirinê dikevin golekê û herdu jî xeniqîn.

Berdevkê polîsê Akrê Muqadem Îmad Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî, du keçên ciwan ên bi navên Henan Remezan a 23 salî û Xelat Şeiban a 20 salî, ku hevalên hev bûn li sînorê Akrê ji bo melevanî bikin dikevin nav goleke avê, lê herdu jî dixeniqin.’’

Hat ragehandin, tîmên berevaniya şaristaniya Akrê karîn termê herduyan ji avê derbixin û naha ji bo bijîşkê dadî hatine şandin.

Top